Ji oldaran banga aştiyê

Oldaran êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û banga aştî û hezkirinê di navbera ol û baweriyan de kir.

Ji oldaran banga aştiyê
30 cotmeh, 2024   06:10
ŞEHBA

Oldarên ji kantona Efrîn-Şehbayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga hevgirtinê kir.

Endamê Saziya Olî ya Kantona Efrîn û Şehbayê Mehmûd Kemal Cemo nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk da û bi van gotinan xîtabî dewleta Tirk kir: "Tirsonak e, çekên te çi bin bila bibin me natirsînin. Tu bi navê Xwedê mirovan qetil dikî û wan koçber dikî. Ji hezaran salan ve em wekî xwişk û bira bi hev re dijîn. Ol ji kiryar û gotinên we bêguneh e."

Cemo bang li rêxistinên mafên mirovan kir li hember van êrişan, erkên xwe bi cih bînin. Cemo di heman demê de got ax a wan e û ew ê heya mirinê bi rûmet li ser bijîn.

Endamê heman saziyê Reşad Hebeş jî destnîşan kir ku di êrişên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê de li dijî Şehbayê de piranî jin û zarok 4 şênî şehîd bûn û hejmarek birîndar bû.

Hebeş êrişên dewleta Tirk wek "kiryarên zalimên bêexlaq û bêol" wesifand û destnîşan kir û çete û terorîst li dijî gelê sivîl ê aştîxwaz bûne yek.

Hebeş ev li gotinên xwe zêde kir: "7 sal e em ji Efrînê koçber bûne. 7 sal e sivîl tên hedefkirin."

Hebeş bang li hiqûqnasan û hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin, êrişan rawestînin û hesabê ji sûcdaran bipirsin, sivîlan biparêzin.

(şx/bb)

ANHA