Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqa civîna nîvê salê li dar xist

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê civîna xwe ya nîvê salê li dar xist. Di civînê de plansazî hat danîn ku divê rola jinan di civakê de were xurtkirin, çalakiyên meydanî yên ji bo xizmetkirina civakî û destekdayîna mafên mirovan werin zêdekirin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqa civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqa civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqa civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqa civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqa civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqa civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqa civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqa civîna nîvê salê li dar xist
14 kanûn, 2025   18:02
TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê bi amadebûna endamên meclisê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, sazî û meclisên wê yên kantonê, endamên Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê, Navenda Lêkolînên Jineolojî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin civîna xwe ya nîvê salê li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Koordînasyona Meclisa Giştî ya kombûnê Nûr El Hefnî diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahî waran de ji bo azadî û rûmetê fedakariyên mezin pêşkêş kirin.

Nûr destnîşan kir ku jin di tevahî qadên siyasî, leşkerî û civakî de beşdar bûn û da zanîn ku destkeftiyên jinan bi saya fedakariyên şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in.

Şêwirmenda Meclisa Giştî ya kombûnê Mizgîn Cotkar jî rewşa siyasî nirxand, behsa pêvajoya edaleta veguhêz û zehmetiyên li pêş gelê Sûriyeyê bi giştî û li pêş jinan bi taybet kir.

Mizgîn destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li seranserî cîhanê bûye mînak û tê şopandin, nexasim di aliyê birêxistinkirina jinan û rola wan a pêşengî ve.

Dûre endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya knatona Tebqayê Meryem El Ebid peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan xwend.

Endama rêveber a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê Necah El Hisên rapora meclisê xwend. Piştre sînevîazyonek li ser xebatên meclisê hat pêşandan. Nîqaşên têkildarî warê rêxistinî de li pêş ragihandinê girtî dewam kirin.

Meclisê bi van xalan civîna xwe bi dawî kir:

·Zêdekirina kampayna û çalakiyên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, berdewamkirina bilindkirina hişmendiya girseyê der barê vê dozê de.

·Lidarxistina kampanya û panelan, dayîna semîneran û pêkanîna serdanên meydanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî.

·Têkoşîna li dijî tevahî şêweyên tundiya li dijî jinan û sekna li dijî rêbazên şerê taybet.

·Berfirehkirina xeleka xebata meydanî ji bo xwegihandina hejmarek mezin ji civakê, ligel balkişandina li ser jinan û pêşxistina beşdariyan wan.

·Lidarxistina dewreyên taybet bi jinan ên der barê rola wan, komîteyên lihevanînê, komîteyên perwerdê yên bi armanca bilindkirina kapasîteya wan û pêşxistina pisporiyan de.

·Organîzekirina atolyeyên xebatê yên bi armanca pêşxistina xurtkirina siyasî, rêveberî û aborî ya jinan.

·Lidarxistina panelên hişyarî û lidarxistina semînerên fikrî yên bi armanca bilindkirina hişmendiya civakê, destekdayîna rola jinan di cihê biryardanê de.

·Vekirina komîteyên Kombûna Jinan a Zenûbiya li Dêr Hafir û Dibsî û aktîvkirina rola wan a civakî û rêxistinî.

·Berfirehkriina projeyên aborî û destekdayîna destpêşxerêyên jinan ên bi armanca xurtkirina aboriya jinan.

·Xebitîna li ser danasîna qanûna malbatê, belavkirina naveroka wê û hewla pêkanîna wê li ser erdê.

·Pêkanîna çalakî û kampanyayên salane bi awayekî bi rêk û pêk li gorî planên demê yên diyar.

(fr)

ANHA