Meclisa Gelan a Cizîrê Qanûna Pêşîgirtina Sûcên Elektronîk qebûl kir

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Cizîrê biryar da ku li gorî Hevpeymana Civakî cihên vala yên di meclisê de dagire, li kêlek wê jî li ser guhertina reşnivîsa Qanûna Pêşîgirtina Sûcên Elektronîk qebûl kir.

14 kanûn, 2025   18:36
QAMIŞLO

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Cizîrê îro rûniştina xwe ya asayî ya 7ˊan li dar xist. Di rûniştinê de li ser dagirtina cihên vala yên rêveberiyê qebûl kir, bawerî da hevserokatiya Desteya Tenduristiyê, meclisên tenduristî û Çand-Ronakbîriyê, di heman demê de piştî guhertinên guncaw reşnivîsa Qanûna Pêşîgirtina Sûcên Elektronîk qebûl kir. 

Di rûniştinê de nûkirina Meclisa Bajarokê Xuwêlid û girêdana wê di aliyê îdarî de bi bajarê Til Birakê ve hat qebûlkirin.

Her wiha girêdana gundê Huwêziyê yê girêdayî bajarokê Hidadiyê yê başûrê Hesekê bi bajarê Şedadê ve û girêdana gundê Qesrûk bi bajarê Tirbespiyê ve li şûna girêdana wî bi bajarokê Ebû Firi re hatin qebûlkirin.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Delal Îbrahîm ji bo cîgira Hevserokatiya Meclisa Gelan li şûna Hediya Elî, Ahîn Behzad weke endama Tevgera Ciwanên Şoreşger di Meclisa Gelan de, endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Wetenî ya Erebî Rîhab Îbrahîm weke endam di Meclisa Gelan de û Siyah Mekseb weke nûnerê pêkhateya Ered di Meclisa Gelan de hatin tayînkirin.

Dûre hevserokên Meclisa Çand û Ronakbîriyê Keder Hisên û Rûba El Ferîhat sond xwarin, bawerî ji bo hevseroka Meclisa Tenduristiyê Meryem Îbrahîm û hevserokatê Desteya Tenduristiyê Faris Hemo li şûna Memo Xelîl hatin dayîn.

Di dawiyê de bendên reşnivîsa Qanûna Têkoşîna Sûcên Elektronîk a ku hatiye guhertin ji hêla endama Komîteya Qanûnî Zozan Silêman ve hatin xwendin û ji hêla dîwana meclisê ve hat qebûlkirin û wê piştî belavkirina li aliyên eleqedar û rêveberî ve bikeve pratîkê.

(fr)

ANHA