Fermandariya Hêzên kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist

Fermandariya hêzên kantona Cizîrê yên girêdayî QSDˊê civîna xwe ya salane bi meclis û saziyên xwe yên leşkerî re li dar xist. Di civînê de hat gotin ku pêwîstî bi zêdekirina hejmara şervanan, bilindkirina asta jêhatiyên leşkerî û fikrî û xurtkirina nuqteyan li tevahî eniyan heye.

Fermandariya Hêzên kantona Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist
14 kanûn, 2025   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya şopandina pêşdeçûnên siyasî, leşkerî, nirxandina performansa rêxistinî û leşkerî de, Fermandariya hêzên kantona Cizîrê ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) civîna xwe ya salane bi fermandarên meclis û saziyên leşkerî re organîze kir.

Fermandarê kantona Cizîrê Serdar heleb, endamên fermandariya giştî ya kantonê Demhat Birûsk û Avînar Dêrik civîn bi rê ve bir, endamên fermandariyên meclisên leşkerî û nûnerên saziyên leşkerî yên kantonê tev li civînê bûn.

Fermandariya giştî ya kantona Cizîrê pêşdeçûnên siyasî û leşkerî yên li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser asta Sûriyeyê giştî nirxandin, li kêlek wê jî behsa peymana 10ˊê Adarê hat kirin ku hêmana bingehîn a avakirina Sûriyeyek yekgirtî, demokratîk û nenavendî ye.

Di civînê de rewşa hundirîn a melisên leşkerî hat nîqaşkirin û hat gotin ku pêwîstî bi bilindkirina amadekariyê ji bo rûbirûbûna tevahî sînaryoyên çi di reşa aştî yan jî şer de heye. Beşdaran girîngî da berdewamkirina dewre, perwerde û tetbîqatên leşkerî.

Girêdayî mijarê, hat diyarkirin ku xebata hevbeş bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ku şirîkê bingehîn a şerê li dijî çeteyên DAIŞˊê ye, berdewam e.

Têkildarî rêxistinkirina hundirîn, beşdaran pêşniyar kir ku sîstema focên leşkerî were guhertin û qanûnên ji bo xebata polîsên leşkerî hatin nîqaşkirin.

Fermandariyên meclis û saziyên leşkerî raporên têkildarî kar û xebatên xwe yên 2025ˊan pêşkêş kirin. Di raporan de rexne hatin kirin û kêmasiyên di performansê de hatin diyarkirin û girîngî bi berdewamkirina hewldan û xebatên cidî ji bo derbaskirina kêmasiyan hat dayîn.

Di dawiya civînê de hejmarek biryarên rêxistinî hatin dayîn û plansaziya berfireh ji bo tevahî saziyên leşkerî hat danîn. Di plansaziyê de hat gotin ku divê serdana malbatên şehîdan û şervanan were kirin, pêdiviyên wan ên madî û madî werin dabînkirin, pirsgirêkên wan werin çareserkirin, jêhatiyên leşkerî û fikrî werin bilindkirin, nuqteyên leşkerî li tevahî aniyan werin xurtkirin û pêşdeçûnên gengaz werin şopandin.

(fr)