Meclisa Jinan: Divê biryar û destûr li gorî pêşniyarên gel bin

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Helebê paneleke diyalogê li dar xist. Beşdarên panelê diyar kir ku pêwîst e biryar û destûr li gorî pêşniyarên gel, tevî xwespartina li pergala demokratîk a birêvebirina welat, werin sazkirin.

Meclisa Jinan: Divê biryar û destûr li gorî pêşniyarên gel bin
Meclisa Jinan: Divê biryar û destûr li gorî pêşniyarên gel bin
Meclisa Jinan: Divê biryar û destûr li gorî pêşniyarên gel bin
Meclisa Jinan: Divê biryar û destûr li gorî pêşniyarên gel bin
Meclisa Jinan: Divê biryar û destûr li gorî pêşniyarên gel bin
Meclisa Jinan: Divê biryar û destûr li gorî pêşniyarên gel bin
Meclisa Jinan: Divê biryar û destûr li gorî pêşniyarên gel bin
Meclisa Jinan: Divê biryar û destûr li gorî pêşniyarên gel bin
Meclisa Jinan: Divê biryar û destûr li gorî pêşniyarên gel bin
22 sibat, 2025   20:29
HELEBÊ

Bi diruşma "Nêrînên Sûriyeyiyan ji bo pêşeroja Sûriyeya nû" Meclisa Jinan a Sûriyeyê li dika Sandîqeya Hunermendan a taxa Cemîliyê ya bajarê Helebê paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, rêxistin û tevgerên jinan, parêzer, mamoste û xwendekarên zanîngehan, rewşenbîr û kesayetên serbixwe beşdar bûn.

panel ji du mijaran pêk hat. Mijara yekemîn a bi sernavê "Têgeha dewletê di navbera damezrandin û avakirinê de" ji hêla çalakgera civakî Buşra El Hesen ve hat birêvebirin.

Di mijarê de têgeha dewletê û 4 hêmanên wê "şênî, herêm, desthilat û serwerî" şîrove kirin, her wiha hat gotin bingeha dewletê û vîna wê gel e.

Di mijara yekemîn de hat diyarkirin ku divê her sê desthilat (qanûnsaz, cîbicîkar û dadwerî) ji hev werin cudakirin. Armanca wan jî erkên rêvebirinê yên sereke li ser desteyanên cudakar bi awayekî wekhev werin parvekirin, da ku nekeve destê yek desthilatê.

Di mijara duyemîn a bi sernavê "mafên jinan di navbera qanûnsaz û astengiyan de" ji hêla endama komeleya El Eqil El Muşi (Mejiya Ronakbîr) Meysa Mewalîdî ve hat şîrovekirin.

Di mijarê de hat diyarkirin ku mekanîzmeyên cîbicîkar û kota di destûra 1950 û 2012’an de tune ye.

Di mijarê de bal li ser rêgezên bingehîn ên mafên jinan mîna wekhevî û nenijadperestî, rêgeza destûrê ya li piraniya dewletan, cudahiya di navbera wekheviya şeklî û pratîkî de, hat kişandin.

Dûre beşdaran nîqaş kir û nêrînên xwe yên bi armanca lihevkirina li ser formekê ku mafên her du zayendan were parastin, anîn ziman.

Sekretera Partiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê ya şaxê Helebê Selwa Ecac got ji bo misogeriya mafên gel bi hemû pêkhateyên wê divê dewlet xwe bispêre pergala demokratîk.

Her wiha endama Partiya Vîna Gelan Xîtam Necar jî got: "Pêdiviya me ya di vê demê de bi lidarxistina forum û panelan heye da ku em gotinên mîna fedralî, konfedralî û nenavendiyê ku her tim dibihîsin, nas bikin û nêrînên xwe parve bikin. Her wiha divê dewlet destûr û biryarên xwe li gorî pêşniyarên gel saz bike."   

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhertin û Ronasansê Mistefa Qelecî jî got: "Pêdiviya qonaxê bi sazkirina hevpeymana civakî ya adilane heye ku li gorî wê dewlemendî û desthilat bi awayekî adilane werin parvekirin."

(fr)

ANHA