Dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 kesên hişbirê bi kar tînin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Cizîrê 2 kesên bi wan re madeyên hişbirê, çek û tiştên diziyê hatin dîtin, girtin.

Dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 kesên hişbirê bi kar tînin girtin
Dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 kesên hişbirê bi kar tînin girtin
Dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 kesên hişbirê bi kar tînin girtin
Dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 kesên hişbirê bi kar tînin girtin
Dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 kesên hişbirê bi kar tînin girtin
Dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 kesên hişbirê bi kar tînin girtin
22 sibat, 2025   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ragihand ku dewriyeyeke hêzên wan li bajarê Hesekê kesekî gumanbar li taxeke bajêr girt.

Navendê diyar kir ku piştî lêgerînê hêzan li gel kesê girtiye hebên hişbirê dîtin û veguhastina nivîsgeha giliyan û dûre ber bi Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Hişbirê ve hat veguhastin ku lêpirsîn were temamkirin.

Piştî lêpirsînê hêzan bi ser mala wî de girt û ev tişt desteser kirin: 90 hebên kaptagonê, 5 gram heşîş, 70 guleyên çeka BKC, du damance tevî cercorên wan, 50 hezar lîreya Sûriyeyê û belgeyên takakesî.

Girêdayî heman mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li bajarê Hesekê kesekî din ku pê re madeyên hişbirê û tiştên diziyê hebûn, hat girtin.

Rêveberekî hêzan daxuyand ku endamên dewriyeyê di dema gera xwe de guman bi kesekî kir û piştre nasnameya wî xwestin. Piştî lêgerîna destpêkê, hêzan li gel wî madeyên hişbirê dîtin.

Dûre hêzan kesê girtî ji nivîsgeha giliyan re veguhast û piştre ber bi Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Madeya Hişbirê re hat şandin. Di lêpirsînê de tawanbar li xwe mikur hat ku hişbirên din û hin tiştên diziyê di mala wî de hene.

Paşê dewriyeyekê bi ser mala wî de girt û di lêgerînê de ev tişt hatin dîtin û desteserkirin:

Ronahiya enerjiya tavê

Sê qurtên  “H-Bûz"

Du çirayên ji erebeyan hatine dizîn.

Qesdîr (tûtya) ji bo parastina qurtên "H-Bûzê"

5,20 “bigobalin” 75 mg.

Zerfên vala yên hebên “Bigopalin” ên ku berê hatine bikranîn.

Destika çekê ya rûsî.

Heşweyên guleyên PKC.

Amûrên taybet ên bikaranîna hişbirê.

Destika hesin a PKC.

Tawanbar ji Dozgeriya Giştî re hat rakirin ku tedbîrên qanûnî yên guncaw li dijî werin bikaranîn.

(fr)