Meclisa Jinan a Zenûbya: Rêbertî wate da jiyanê

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê şaxê Dêrazorê bal kişand ser girîngiya pêkanîna azadiya fîzîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe wate da jiyanê.

Meclisa Jinan a Zenûbya: Rêbertî wate da jiyanê
23 cotmeh, 2023   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê şaxê Dêraozêr têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Bi dehan jinên herêmê û nûnerên rêxistinên jinan beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya meclisê Mûna El Uweyd ve li pêşiya avahiya meclisê ya li bajarokê El Kesre hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe wate da jiyana me. Ev ruhê ku di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de xwe dide der, rêya çareseriyê nîşan dide. “

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser girîngiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kişandin û hat gotin: “Jiyaneke bê wî ne pêkan e. Rêbertî fikrê xwe da me, ronahiya ruhê wî jiyana me û gelan ronî dike.”

(c)

ANHA