Kongreya Hewcedarên Pêdiviyên Taybet tê lidarxistin

Bi dirûşma “Bi vîna xwe em ê hêviyê biafirînin” Kongreya Yekemîn a Hewcedarên Pêdiviyên Taybet li Minbicê tê lidarxistin.

23 cotmeh, 2023   15:09
MINBIC

Kongre ji aliyê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi hevkariya Rêxistina Nûdem bi dirûşma “Bi vîna xwe em ê hêviyê biafirînin” li hola Meclisa Zagonsaz a Minbicê tê lidarxistin.

Endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê, komîte û saziyên girêdayî wê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, meclisên sivîl, şêx û rûspiyên herêmê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kombûna Jinan a Zenûbiya jî beşdarî kongreyê bûne.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê Meryem El Îbrahîm di destpêkê de axivî û got: “Armanca vê kongreyê girîngîpêdayîna kesên hewcedariya wan bi pêdiviyên taybet e. Ruxmî derfetên xwe yên kêm jî, Rêveberiya Xweser hewl da desteka derûnî, derfetên kar ji bo van kesan pêşkêş bike, wan ji aliyên xizmet, tenduristî, çandî, ragihandin û qanûnî ve perwerde bike. Wek Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê jî em soz didin ku em alîkariya wan bikin da ku behreyên xwe bi pêş bixin û bigihêjin astên bilind.”

Cîgirê Hevserokatiya Mecilsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebd jî wiha axivî: “Astengdarî fîzîkî nîn e, lê belê fikrî ye. Gelek kesên hewcedarên pêdiviyên taybet hunermend, ronakbîr û afirîner in. Ev kongre li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn e. Divê ev bibe destpêkeke bingehîn û rast da ku hêviyên van kesan bîne cih. Em ji ber vîna wan a xurt ku dixwazin bibin beşeke aktîf a civakê, spasiya wan dikin.”

Bi navê kesên hewcedarên pêdiviyên taybet jî Îsa Şêx axivî û diyar kir ku astengdar ew kes e ku nikare xizmeta civaka xwe bike, yê ku bê îrade û bê hêvî ye. Îsa Şêx wiha domand: “Dibe ku di aliyê fîzîkî de hin tiştên me kêm bin, lê îradeya me bê sînor e. Em bi rêya vê kongreyê dixwazin ji her kesî re bibêjin ku îradeya me kêm nabe, em ê her tim aktorên sereke ên avakirina civaka xwe bin.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek hat pêşandan.

Kongre dewam dike. Tê payîn ku mijarên girêdayî tenduristî, perwerde, xizmet, çapemenî û sporê bên nîqaşkirin.

(c)

ANHA