Bazirganekî hişbirê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî madeyên hişbir dema hişbir derbasî bajarê Hesekê dikir, girt.

Bazirganekî hişbirê hat girtin
23 cotmeh 2023   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke fermî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “16`ê Cotmehê, li gorî agahiyên ku Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir wergirtine, endamên hêzê dest bi operasyona lêgerînê kir. Piştî ku tevgerên kesekî gumanbar hatin şopandin û agahiyên der barê wî de hatin bidestxistin, hêzên me bi operasyoneke taybet dema ku hewl dida madeyên hişbir derbasî bajarê Hesekê bike, ew girt.”

Li gorî daxuyaniyê ev made hatine desteserkirkin: 3 kîlogram û 629 gram heşîş, 1250 hebên hişbir, 9,6 gram hebên hişbir ên hêrandî û telefoneke destan.

Kesê girtî ji bo Dozgeriya Giştî hat veguhastin.

(c)