Meclisa Gelan a Demokratîk: Nenavendîtî nayê wateya parçekirina Sûriyeyê

Cîgirê hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman diyar kir ku têgiha nenavendîtî li Sûriyeyê şaş tê fêmkirin û bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji ezmûnên Rêveberiya Xweser û Hevpeymana Civakî sûdê wergirin.

Meclisa Gelan a Demokratîk: Nenavendîtî nayê wateya parçekirina Sûriyeyê
1 sibat, 2025   03:50
REQA

Cîgirê hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir El Silêman ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku pêkanîna nenavendîtiya îdarî li Sûriyeya siberojê dikare bibe çareseriya gelek pirsgirêkên li Sûriyeyê.

Yasir El Silêman diyar kir ku nenavendîbûn nayê wateya parçekirina Sûriyeyê wekî ku hin aliyên ku nenavendîbûnê wek projeyeke parçebûnê dinirxînin.

El Silêman diyar kir ku heta niha Rêveberiya Xweser vexwendineke fermî wernegirtiye ku beşdarî "Kongreya Diyaloga Nîştimanî" ya ku rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam dixwaze li dar bixe, her wiha got hevdîtinên di navbera nûneran Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Heyet Tehrîr El Şam de pêk hatine, erênî bûn.

El Silêman got di "Kongreya Diyaloga Nîştimanî" de kî nûneratiya Rêveberiya Xweser bike, wê nêrîna Rêveberiya Xweser a çareseriyê, mekanîzmayên diyaloga Sûriyeyê û çawaniya derbasbûna qonaxa avakirinê bi xwe re bibe.

El Silêman wiha pê de çû: "Her tişt dikare di çarçoveya yekitiya xaka Sûriyeyê û yekitiya pêkhateyên wê de were çareserkirin, û nêrîna rêveberiya xweser ew e ku divê li Sûriyeyê demokrasiyeke piralî çêbibe ku her kes bi azadî û rûmet bijî da ku rêyên ji nû ve avakirina Sûriyeyê bêne vekirin.”

El Silêman her wiha destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî ya ku li herêmên Rêveberiya Xweser tê pêkanîn, xizmeta hemû gelê Sûriyeyê dike. Her wiha hêviya xwe ya sûdwergirtina ji vê ezmûnê û ji ezmûn û gelên din ên demokratîk, anî ziman.

Yasir El Silêman bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji ezmûna herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûdê wergirin ji nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê û wê ezmûnê li tevahiya Sûriyeyê belav bikin. El Silêman tekez kir ku hemû ezmûn û pisporên zagonê û revebirin yên Rêveberiya Xweser di xizmeta Sûriyeyiyan de ne.

Cîgirê hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser demokrasiya rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku Meclisa Gelan a Demokratîk civînên xwe bi awayekî aşkera li dar dixe, rê dide hemû dezgehên ragihandinê ku beşdarî wan civînan bibin û heta niha nêzîkî 50 zagonên der barê mijarên cuda yên aborî, çandî û siyasî de derxistine.

(k)

ANHA