Hisên Berces; rêwîtiya têkoşîna ji bo felsefeya Rêber Abdullah Ocalan

Hisên Elî Berces hêza xwe ji ramanên rêber Abdullah Ocalan girt û dizanî ku tenê berxwedan dîrokê diafirîne û rêya têkoşînê rêyeke bêdawî ye ku welat bi berxwedanê tê rizgarkirin.

Hisên Berces; rêwîtiya têkoşîna ji bo felsefeya Rêber Abdullah Ocalan
1 sibat, 2025   02:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li gundê Badiyanê yê herêma Aliyan a bakurê bajarê Çilaxa yê kantona Cezîrê, Hisên Elî Berces 58 sal berê di malbateke ku bi dîroka xwe ya têkoşînê ya dirêj tê naskirin, ji dayik bû. Têkoşîna şoreşgerî ne tenê hilbijartineke takekesî bû, lê belê mîrateyeke malbata Berces bû, ku 11 zarokên xwe pêşkêşî tevgera rizgariyê ya Kurd kirin, 6 ji wan şehîd bûn, yên din hîn jî di nava têkoşînê de ne, çi li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û çi jî li çeperên şer.

DESTPÊKA RÊ… NASKIRINA TEVGERÊ Û TEVLÊBÛNA XEBATÊ

Di sala 1981’an de Hisên Berces bi rêya kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ku li gundan digeriyan û gel der barê têkoşîna li dijî polîtîkayên zext û înkarê agahdar kirin, nas kir. Berces di xebatên eniya pêş de dest bi têkoşînê kir û erkê lidarxistina civînan ji bo gel, belavkirina belavokên tevger û komkirina alîkariyan ji bo piştgiriya berxwedanê girt ser xwe.

‘ODEYA ŞÎN’

Piştgiriya Hisên Berces bi wan xebatan sînordar nema, lê mala wî ji bo têkoşerên berxwedanê yên di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojava de derbas dibûn, bû wargeheke ewle. Di mala xwe de ku dîwarên wê şîn bûn ji bo têkoşeran veqetandibû ku carê lê diman, ew ode di nava kadroyên tevgerê de bi navê “Odeya Şîn” dihate naskirin, ew ode paşê bû sembola berxwedanê.

Berces wê demê nizanibû ku ev ode dê piştre bibe cihê kombûna hejmarek ji pêşengên şoreşa Rojava yên weke şehîd Xebat Dêrik, Ferhad Dêrik û keça wî Tolhildan ku piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tevlî tevgera azadiya Kurdistanê bû.

HEVDÎTINA BI RÊBER ABDULLAH OCALAN RE

Xewna Hisên Berces ew bû ku bi rêber Abdullah Ocalan re yê ku ramana wî ji bo bi milyonan Kurdan bûye şêwazê jiyanê, hevdîtin pêk bîne. Xewna wî di sala 1990’an de pêk hat û Berces li Lubnanê bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û piştre jî di salên 1994 û 1995’an de du caran hevdîtin pêk anî.

Berces bi bîr xist ku van hevdîtinan çawa baweriya wî xurttir kir ku berxwedan ne tenê şerê li dijî dagirkeriyê ye, lê tevgereke rizgariya mirovahiyê ye ku ji bo hemû gelan edalet û wekheviyê dixwaze.

Berces der barê hevdîtinê de wiha got: “Me digot qey em tenê ji bo Kurdan têdikoşin, lê rêber Abdullah Ocalan ji me re diyar kir ku têkoşîn têkoşîna li dijî her cure zilmê ye û divê gelên bindest li dijî neheqiyê bibin yek.”

Berces destnîşan kir ku gotinên rêber Abdullah Ocalan zelal bûn û wiha digot: "Hûn çi qasî fedakariyên xwe bikin, hûn ê ewqasî nêzî azadiya xwe bibin. Dema hûn dev ji têkoşînê berdin, wê demê ji tunebûnê bitirsin.”

GIRTINA RÊBER ABDULLAH OCALAN Û NÛKIRINA SOZA TÊKOŞÎNÊ

Di 15’ê Sibata 1999’an de rêber Abdullah Ocalan rastî Komploya Navneteweyî hat û di encamê de hate girtin. Ev ji bo Hisên Berces ne bûyereke ji rêzê bû, lê belê bû despka pêvajoyeke nû, lewma wî soza domandina têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan da. Di heman salê de keça wî Tolhildan tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û mîrateya têkoşînê ya malbatê berdewam kir.

Her çi qas rêber Abdullah Ocalan di zindanê de bû jî, lê fikrên wî berxwedanê li her derê birêve dibir, Berces jî beşek ji vê berxwedanê bû, rola xwe ya li eniya pêş berdewam kir.

BERXWEDANA ÎRO YA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Îro piştî deh salan ji şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hisên Berces di wê baweriyê de ye ku ya ku tişta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye bidestxistin, encama fedekariya bi hezaran berxwedêran e. Lê tekez dike ku hê jî rêwîtî bi dawî nebûye, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên ji nû ve vejandina çeteyên DAIŞ’ê û ferzkirina dagirkeriya xwe li ser herêmê didomîne.

Hisên Berces di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ji Rêber Abdullah Ocalan fêr bûn ku berxwedan jiyan e û ji bo parastina projeya neteweya demokratîk û bidestxistina azadî û edaletê ji bo gelê xwe em amadene heta nefesa xwe ya dawî têbikoşin. "

(k)

ANHA