Meclisa Demokratîk a Gelan: Destûr hêviyên gel bi cih nayîne

Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê danezana destûrî ya desthilata Şamê red kir û got, destûr hişmendiya dewlet-netewe jinûve hildibirîne û hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih nayîne. Meclisê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk jî banga hevgirtinê kir.

Meclisa Demokratîk a Gelan: Destûr hêviyên gel bi cih nayîne
16 adar, 2025   12:45
REQA

Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê têkildarî danezana destûrî ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin daxuyaniyek da. Daxuyanî ji ber avahiya meclisê bi amadebûna endamên wê hat dayîn. Hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê Kedîm El Îdan daxuyanî xwend. 

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî bidawîbûna rejîma zordest a Esed hêviyên gelê Sûriyeyê yên diyaloga navxweyî û avakirina dewleteke demokratîk a pirrengî û nenavnedî mezintir bûn.

Hate diyarkirin ku danezana destûrî ya ku rêveberiya nû ya Şamê derxistiye gel matmayî kir û wiha hat domandin "Bendên reşnivîsa destûrê ku di şevekê de hatin nîvisandin, hişmendiya netewe-dewlet ya yekreng pêş dixe. Her wiha pêkhateyên gelê Sûriyeyê û rola jinan a ku bi sedên salan hatine paşguhkirin, di ber çavan re nagire."

Di daxuyaniyê danezana destûrî hat redkirin û wiha hate gotin "Danezan hêviyên gelê Sûriyeyê yên avakirina dewleteke, pirrengî, demokratîk û nenavendî bi cih nayîne, lê hişmendiya dûrxistin û pişaftin a ku bi dehên salan welat bi rêve bir, ji nû ve hildibirîne."

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk pêdivî bi hevgirtin û beşdariya tevahî gelên herêmê heye.

(bb)

ANHA