Di êrişa hêzên çekdar ên Îranê de 3 Kurd bi giranî birîndar bûn

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 3 welatiyên Kurd ên ji Merîwanê di êrişa hêzên rejma Îranê de birîndar bûn û rewşa tenduristiya wan xirabe.

Di êrişa hêzên çekdar ên Îranê de 3 Kurd bi giranî birîndar bûn
16 adar, 2025   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihandî, di 14’ê Adarê de 3 welatiyên Kurd li nêzîkî gundê Derek rastî êrişa hêzên çekdar ên rejîma Îranê hatin û birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku navê welatiyên birîndar bûyîn Aryan Keremî yê kasibkar, Gulale Mihemedî û Mehmud Keremî ku hemû xelkê gundê Zekeriyan ê ser bi bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ne.

Gorî heman agahiyan, her sê welatiyên birîndar bûyîn rakirine nexweşxaneya Bû Eliye ya li Merîwanê, lê rewşa tenduristiya wan xirabe.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku destpêkê hêzên çekdar ên îranê wesayîta Aryan Keremî gulebarankirine, piştî agahdarkirina malbata wî 2 kes ji bo alîkariyê berê xwe dan wesayîtê. Lê hêzên çekdar wan kesan jî gulebaran kir û di encamê de bi awayekî giran birîndar bûn.