Keştiya şer a Rûsyayê li Tartûsê dronek xist

Keştiya şer a Rûsyayê li Tartûsê ya perava Sûriyeyê dronek xist xwarê. Ev yek bû sedema tirsê di nav niştecihan de.

Keştiya şer a Rûsyayê li Tartûsê dronek xist
16 adar, 2025   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku keştiya şer a Rûsyayê li bajarê Tartûsê yê perava Sûriyeyê dronek xist xwarê.

Hate diyarkirin ku drona nehat zanîn a kê ye, li devera "Kluba efserên nû" hatiye xistin û bû sedema tirsê di nav şêniyan de. SOHR’ê diyar kir ku xwendekar û mamosteyan ji tirsa dengê teqînê derketin qadên dibistanan.

(bb)