Îsraîlê gundewarên Şam û Derayê topbaran kir

Hêzên Îsraîlê li rojavayê Beyt Cin li gundewarên Şamê zeviyên çandiniyê topbaran kirin.

Îsraîlê gundewarên Şam û Derayê topbaran kir
11 îlon, 2026   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hêzên Îsraîlê bi topekê zeviyên çandiniyê yên li rojavayê bajarokê Beyt Cin li gundewarên rojavayê Şamê tobaran kirin, heta niha derbarê qurbaniyan de ti agahî tune.

Li gundewarên Derayê jî, hêzên Îsraîlê piştî nîvê şevê roja Pêncşemê-Înê bi çekên giran gule li deverên niştecihbûnê yên li gundê Meariye reşandin, her wiha dronên bêmirov li herêmê firiyan.

(k)

ANHA