Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin

Meclîs û saziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û tekez kirin ku armanca dagirkeran tunekirina destkeftiyên gelên herêmê û têkbirina vîna wan e û soza bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriyê dan.

Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
Meclis û saziyan êriş şermezar kirin: Nikarin vîna me têk bibin
24 cotmeh, 2024   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclis û saziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyên cuda dan.

HESEKÊ

Meclisa bajarê Hesekê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi beşdariya bi dehan endamên tevgerê, li pêşiya navenda xwe ya li bajêr daxuyaniyek da, daxuyanî ji hêla hevserokê tevgerê Eymen Adem ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş hewldaneke dewleta dagirker e ku aloziyên xwe yên navxweyî derxîne derveyî welat.

Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û hate gotin, bi  êrîşên li ser binesaziyê dikin armanc û dixwazin şêniyên herêmê koçber bikin û axa wan dagir bikin. Her wiha  bang li rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî hat kirin ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bînin.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa bajarê Dirbêsiyê jî bi amadebûna bi dehan şêniyên bajar û endamên saziyan, daxuyaniyek da. Daxuyanî li Qada Jinê ya bajêr ji aliyê hevseroka meclisê Raziya Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriyê û armanckirina saziyên xizmetguzarî û binesaziyê hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku armanc " Tirsandina gel û valakirina herêmê ye."

Di daxuyaniyê de bang li Rûsya û koalîsyona navneteweyî hat kirin ku qada asîmanî li pêşiya balafirên dewleta Tirk bigirin. Her wiha bang li welatiyên herêmê hate kirin ku têkoşîna li dijî dagirkeriyê bilind bikin û destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.

TIL TEMIR

Meclisa Bajarê Til Temirê jî daxuyaniyek da, daxuyanî ji hêla Hevseroka Navenda Perwerdehiyê Ayhan El Yûnis ve li Parka Malbatên Şehîdan bi amadebûna bi dehan malbat û endamên saziyan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker careke din êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kirin, bêyî guh bide zagonên navneteweyî û mafên mirovan.

Di daxuyaniyê de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku neyên lîstikên dewleta Tirk a dagirker û têkoşîn û berxwedanê mezin bikin û destkeftiyan biparêzin.

TIL BIRAK

Meclisa bajarê Til Birakê û saziyên wê jî, li ber avahiya meclisê bi beşdariya dehan şênî û endamên saziyan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ji aliyê endama Meclisa Bajar Efaf Hisên ve hat xwendin de bang li gelên herêmê hat kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin û li dijî sûcên şer dengê xwe bilind bikin.

Her wiha ji hêzên navneteweyî hate xwestin ku piştgiriya gelên herêmê bikin û qada asîmanî li pêşiya balafirên Tirkiyê bigitin.

Hol

Li bajarê Holê, Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi amadebûna bi dehan şênî, endamên partiyê û saziyên sivîl li ber navenda xwe daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê navenda partiyê li bajêr Amar Mûsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelên herêmê berxwedana xwe li kêleka  Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Parastina Gel dewam dikin û da zanîn ku ew hêz bûne mertala parastina gelên herêmê. Her wiha soza mezinkirina têkoşîna li dijî êrîşan hate dayin.

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê meclisa bajar, Partiya Yekitiya Demokratîk û saziyên bajêr bi amadebûna bi dehan endaman li ber navenda meclîsa bajar daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk Fadil El Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êl û gelê Şedadê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar dikin, her wiha bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên tên kirin şermezar kirin.

Saziyan di daxuyaniyê de soza bilindkirina asta têkoşînê dan.

ÇILAXA

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa jî li ber avahiya Saziya Elektrîkê daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê endamê meclîsê Qadir Nesir Nêfo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û hat gotin, “Êrîş dê nikaribin berxwedan û yekîtiya me û projeya me ya demokratîk têk bibin."

DÊRIK

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê bi daxuyaniyekê êrşîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya meclisa bajarê Dêrikê ji aliyê hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Elî Hacî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê gelê me li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên me hêz û vîna xwe nîşan bide û li hemberî hemû êrîşan bibe mertal." Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

HELEB

Meclîsa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê daxuyaniyek da. Cîgirê Hevserokê Meclîsa Tenduristiyê Fewzî Îsa li qada nexweşxaneyê ya taxa Şêxmeqsûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û xizmên wan re û şîfa ji birîndaran re hate xwestin û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk cih bigirin û van êrîşên dewleta Tirk a faşîst têk bibin bikin.

Her wiha bang li hikûmeta Şamê hate kirin ku erkên xwe pêk bîne ji bo bidawîkirina van êrîşên ku armanca wan têkbirina yekrêziya gelên Sûriyê ye.

ŞEHBA

Her wiha xebatkarên tenduristiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê li nexweşxaneya Avrîn a li bajarokê Fafînê, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Daxuyanî  aliyê endamên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Talat Welo û Heyfa Xelîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gel, navendên tenduristiyê û saziyên jiyanî hatin şermezarkirin. Her wiha bang li hêz û saziyên navneteweyî yên têkildar hate kirin ku dawî li van sûcan bînin.

BEYRÛT

Kurdên li paytexta Lubnan Beyrûtê jî dijîn, bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li êrişan bînin.

Di daxuyaniyê de  peyama piştgiriyê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dayîn. Bang li hêzên Sûriyeyî  jî hat kirin ku diyalogan bikin û bi rêbazên aştiyane nakokiyan çareser bikin.

(k)

ANHA