6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li ser rêya bajarê Selemiye li rojhilatê Hemayê di encama teqîna mayînekê ku çeteyên DAIŞ`ê çandibûn de 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
24 cotmeh, 2024   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li benda kontrolê ya rojhilatê Eqîrbat a bajarokê Selemiye yê rojhilatê Hemayê mayîneke çeteyên DAIŞ`ê bi erebeya leşkerên hikumeta Şamê de teqiya.

SOHR diyar kir ku di encama teqînê de 6 leşker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Li gorî SOHR`ê  ji destpêka salê ve 564 kes di 199 êrişan de hatine kuştin. Di nav wan de 57 welatî, 460 leşkerên hikumeta Şamê û komên alîgirên wan û 47 çeteyên DAIŞ`ê hene.

 (şx/k)