Êrişên dagirkeriyê dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker li Tirbespiyê 2 stasyonên petrolê û 2 cihên mazotê kirin hedef.

Êrişên dagirkeriyê dewam dikin
Êrişên dagirkeriyê dewam dikin
Êrişên dagirkeriyê dewam dikin
Êrişên dagirkeriyê dewam dikin
Êrişên dagirkeriyê dewam dikin
Êrişên dagirkeriyê dewam dikin
24 cotmeh, 2024   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Artêşa dagirker stasyona petrolê ya Zarbî ya li gundê Şelûmiyê yê bakurê bajarê Tirbespiyê kir hedef.

Her wiha stasyona petrolê ya Babasî û cihekî komkirina mazotê li nêzî gundê Girê Berê jî hatin hedefkirin.

Li ser herêmê liv û tevgera balafirên bêmirov û yên şer heye.

(bb)

ANHA