‘Me saleke zehmet derbas kir, em hêvî dikin ku aştî pêk were’

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hêvî kir ku di sala nû de dorpêça li ser taxên wan rabe, peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê pêk werin û aştiyeke mayînde li Sûriyeyê pêk were.

‘Me saleke zehmet derbas kir, em hêvî dikin ku aştî pêk were’
30 kanûn, 2025   09:52
HELEB
MIHEMED EBDO

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hêviyên xwe yên sala nû ji ajansa me re parve kirin.

Nesrîn Hacî diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Baasê gelê Sûriyeyê hêviya xêrê kir, lê hêviyên wan di sala 2025’an de bi rewşeke dijwar ji komkujî, sûcên qetilkirinê yên li dijî pêkhateyan re rast hatin.

Nesrînê hêvî kir ku peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de pêk were û çanda hevdû qebûlkirinê di navbera Sûriyeyan de were belavkirin.

Duha Îbrahîm jî anî ziman ku wan saleke zehmet derbas kirine, nemaze li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku bi domdarî êriş li ser hatin kirin. Duhayê destnîşan kir ku tunebûna mazot û xizmetan û bilindbûna buhayan bandorek neyinî li rewşa perwerdeyê ya her du taxan kir.

Duhayê hêvî kir ku sala 2026’an ji bo tevahiya Sûriyeyê sala xêrê be û hêvî kir ku ambargo  û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê werin bidawîkirin û zarokên taxê jî mina zarokên cîhanê di nava xêr û aramiyê de bijîn.

(b)

ANHA