Barzanî û El Şera xurtkirina tevkariyê û piştgiriya ewlehiya herêmê nîqaş kirin

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed El Şera di hevdîtina li Şamê de xurtkirina tevkariyê di navbera Herêma Federal a Kurdistanê û Sûriyeyê de nîqaş kirin.

Barzanî û El Şera xurtkirina tevkariyê û piştgiriya ewlehiya herêmê nîqaş kirin
3 tebax, 2026   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê Ehmed El Şera îro li Qesra Gel a li Şamê pêşwaziya serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Serdan li ser vexwendina El Şera pêk hat.

Nêçîrvan Barzanî der barê hevdîtinê de daxuyaniyek li ser X‘ê parve kir.

Barzanî kêfxweşiya xwe bi dîtina El Şera re anî ziman û got: "Sûriye di bin serokatiya Ehmed El Şera de geş dibe."

Her wiha Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe bi Sûriyeyeke aram û yekgirtî anî ziman ku mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî mîsoger bike.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku di hevdîtinê de girîngiya rola Sûriyeyê di xurtkirina aştî, aram û ewlehiya herêmê de hate gotûbêjkirin û got, "Ji ber çîrantiyê, gelek têkiliyên hevpar Sûriye û Iraq û Herêma Kurdistanê tînin gel hev. Derfetên mezin hene ku tevkariya aborî were berfirehkirin û berjewendiyên hevbeş ên tevahî gelê me pêk bîne."

Serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şera jî di daxuyaniyek bi zimanê Kurmancî de ku li ser X‘ê weşandiye diyar ku wan di hevdîtinê de behsa peywendiyên dualî û rêyên xurtkirina hevkariyê nîqaş kirin, bi awayekê ku xizmeta aramî û berjewendiyên her du gelên me bike.

El Şera her wiha got: " Em wan xwedîlêderketin û mêvandariya ku Herêma Kurdistanê di salên borî de ji bo gelê pêşkêş kiriye bilind dinirxînin û em li hêviya berdewamiya xebatên hevbeş in, bi giyanekî hevkarî û biratiyê ku cîrantiya baş xurt bike."

(bb)