Li Reqayê çalakiya li dijî krîza ava vexwarinê

Şêniyên bajarok û gundewarên bakurê Reqayê li pêş avahiya parêzgehê li dijî qutbûna ava vexwarinê çalakiyek li dar xist û banga çaksazîkirina stasyonên pompekirinê û dabînkirina avê ji şêniyan re kir.

Li Reqayê çalakiya li dijî krîza ava vexwarinê
12 tîrmeh, 2026   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên bajarokê Xinêz û gundên derdorê yên bakurê Reqayê li pêş avahiya Parêzgeha Reqayê li dijî berdewama qutbûna ava vexwarinê çalakiyek li dar xist û daxwaza dîtina çareseriyên bilez ji vê krîzê re kir.

Çalakvanan bang li aliyên eleqedar û şaredariyan kir ku di çaksazîkirina stasyonên pompekirinê û dabînkirina sotemeoyên guncaw ên pêşxistinê de bilezînin û got qutbûna avê ew neçar kirine ku avê bi bihayên bilind ji tankeran bikirin û hiştiye barekî zêdetir li ser wan çêbe.

(fr)