Li derdora Siwêdayê pevçûn

Li bajarê Siwêdayê û gundewarê derdora wê li çend eniyan di navbera hêzên hikumeta demkî û Hêzên Parêzvanên Niştîmanî de şer û pevçûn derketin.

Li derdora Siwêdayê pevçûn
20 adar, 2026   00:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Siwêdayê li çend eniyan di navbera hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê de şer derket.

Şer li eniya rojava ya ber bi bajarê Siwêydayê ve bû, her du alî çekên giran û navîn bi kar anîn. Her wiha li eniya Til Hedîd piştî benda kontrolê ya Parêzvanên Niştîmanî bi çekên makîneyî yên 23 mm hate hedefgirtin şer derket.

Hêzên Parêzvanên Niştîmanî pêşveçûna hêzên hikumeta demkî ber bi gundên Welga û Mansûrayê ve paşve xistin. Lê der barê ziyanên canî de tu agahî bi dest neketin.

(fr)