Lêkolîner: Iraq di pêvajoyeke hesas re derbas dibe

Lêkolîner û analîzvanê siyasî Selah Boşî diyar kir ku Iraq di vê pêvajoyê de ber bi aramiyê ve diçe.

Lêkolîner: Iraq di pêvajoyeke hesas re derbas dibe
12 îlon, 2026   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Iraq di pêvajoyeke siyasî û ewlehî ya hesas re derbas dibe. Bi guhertinên li herêmê re li Iraqê zehmetiyên navxweyî hene, dosyayên çekan bixin destê dewletê û siberoja kom û hêzên leşkerî li Iraqê û saziyên Iraqê çi qasî dikarin bigihêjin biryarên siyasî û ewlehî yên yekgirtî, li pêş e.

IRAQ BER BI KU VE DIÇE?

Der barê rewşa Iraqê ya siyasî, leşkerî û aborî de lêkolîner û analîzvanê siyasî û endamê Rêveberiya Hevpeymaniya Dewleta Hiqûqê Dr. Selah Boşî ji ANHA`yê re axivî.

Selah Boşî got Iraq ji aliyê siyasî û ewlehiyê ve di pêvajoyeke hesas re derbas dibe lê ev nayê wateya ku pêvajo xitimî ye û aramî nîn e. Li Iraqê zehmetiyên navxweyî û herêmî hene lê saziyên dewletê dikarin van zehmetiyan bi rê ve bibin, di vê pêvajoyê de ya girîng aramî hebe, qanûn serwer be û destûrê nedin ku şerê herêmî derbasî Iraqê bibe.

Ji bo mijara çekan bixin destê dewletê, Boşî got di vê mijarê de îradeyeke siyasî heye û ev ne pirsgirêkeke bi partiyan û şert û mercan ve girêdayî ye, di destûra Iraqê de tê gotin divê yekgirtina ewlehî hebe û serweriya dewletê hebe. Boşî anî ziman ku dema ev îradeya siyasî ya çek bikevin destê dewletê bikeve mertiyetê, divê qanûnî pêk were û nebe sedema ku şerê navxweyî çêbe.

SIBEROJA HEŞDÎ ŞABIYÊ Û KOMÊN ÇEKDAR

Der barê siberoja Heşdî Şabiyê û komên çekdar de Boşî got: "Divê cudahiyê nexin navbera Heşdî Şabiyê û rêxistinên çekdar an jî biryarên ewlehiyê yên ji derveyî dewletê, ji ber ku Heşdî Şabî bi qanûnî parçeyekî sîstema ewlehiyê ye. Siberoja sazî û komên ewlehiyê bi qanûn û serweriya dewletê ve girêdayî ye û saziyên dewletê yên destûrî biryara bikaranîna hêzê didin.”

Ji bo entegrekirina komên çekdar Boşî got: "Rêgeza bingehîn ew e ku hêzên çekdar di bin serweriya qanûn û dewletê de bin, entegrekirin ne tenê tê wateya ku ferd ji komekê bînin saziyên dewletê, lê divê yekitiya disiplîn û biryarên ewlehiyê hebe. Yên ku aliyê qanûnî û pîşeyî têrker be dikare li gorî qanûn tev li saziyên dewletê bibe lê çek û biryar ji derveyî saziyên dewletê nikare bibe alternatîfa dewletê. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve astengî hene ku saziyeke leşkerî û ewlehî ya yekgirtî were avakirin, aliyê siyasî û ewlehî de jî astengî hene."

BANDORA ŞERÊ ÎRAN Û DYA`YÊ LI SER BIRYARA IRAQÊ

Li ser pirsa şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê çi bandorê li ser biryara Iraqê ku çekên komên çekdar kom bike, Dr. Boşî got: "Şerê li herêmê diqewimin ji ber erdnîgariya Iraqê û têkiliyên wê yên bi dewletên herêmê re, bandor li Iraqê dike, lê divê Iraq nebe qada şerê di navbera dewletên herêmê de, biryarên Iraqê ser bixwe ne, têkiliyên xwe bi hemû aliyan ve diparêze û ewlehiya Iraqê li ser her tiştî re digire."

Li ser têkiliya Bexda û Hewlêrê jî Boşî got: "Bexda û Hewlêr divê li ser dosyayên destûrî, darayî, petrol û ewlehiyê li hevdû bikin. Divê bi rêya sazî û diyaloka siyasî hemû nakokî werin çareserkirin. Aramiya têkiliya di navbera herêmê û hikûmeta federal de parçeyekî girîng ê aramiya Iraqê ye."

Selah Boşî wiha pê de çû: "Dibe ku her du jî bibin, hinekî li ser rê û rêbazên rêvebirina pêvajoyê dimîne. Niha li Iraqê firseteke mezin heye ku aramî lê çêbe, ew jî bi rêya diyalok, sazî û qanûn pêk tê, lê heke çareserî werin ferzkirin dibe ku dîsa şerê navxweyî çêbe. Hemû hêzên siyasî ji aramiya Iraqê berpirsyar in. Di vê pêvajoyê de dibe ku dan û standin bidomin û têkiliya di navbera dewletê û hêzên siyasî û ewlehiyê de ji nûve li ber çavan derbas bikin. Dibe ku hemû dosya ji carekê ve neyên çareserkirin, lê divê hêzên siyasî ji hevdû fêm bikin û nakokiyên di navbera wan de nebin sedema şer."

Di dawiyê de Dr. Selah Boşî got: "Pêdiviya Iraqê pê nîn e ku aliyek li hemberî aliyê dîtir bi ser bikeve, divê Iraq li dijî praçebûyîna heyî bi ser bikeve. Hêza Iraqê di saziyên wê de ye, çiqasî di biryarên xwe de ser bixwe be dikare hevsengî bi dewletên herêmê û civaka navneteweyî re çêke."

(np)

ANHA