Malbatên şehîdan û PYD: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî mezintir bikin

Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa PYD’ê yên Helebê bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kir ku dê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezintir bikin.

Malbatên şehîdan û PYD: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî mezintir bikin
1 sibat, 2025   13:34
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa PYD’ê yên bajarê Helebê bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 15’ê Sibata 1999’an bi revandina wî encam da, daxuyaniyeke hevbeş da.

Daxuyanî li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji aliyê rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Mihemed û hevserokê Mala Êzidiyan a Helebê Nenan Cafer ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li hemberî pergala îşkence û qirkirinê hat silavkirin û wiha hat gotin: "Komploya gerdûnî ya roja reş a di şexsê Rêbertî de, hevkariya hêzên mezin a bi siyasetên qirêj ên Osmaniya nû piştrast dike. Armanca wan ew e ku Osmaniyên Nû razî bikin û wan bi hegemonyaya yekqutbî ve bikişînin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku israr û biryardariya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêdetir dibe. Hate gotin: "Em dê bê westan çalakiyên xwe berdewam bikin da ku dengê xwe bighînin CPT’yê, civata navneteweyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan."

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina meşa azadiyê ya jinan destwerdanê bikin.

(bb)

ANHA