Çalakvanên ji Siwêdayê nerazîbûna xwe li dijî siyaseta desthilata Şamê anîn ziman

Çalakvanên siyasî û rewşenbîrên Siwêdayê nerazîbûna xwe li hember siyaseta niha ya desthilata Şamê û destnîşankirina Ebû Mihemed El Colanî wek serokê desthilata Şamê, anîn ziman.

Çalakvanên ji Siwêdayê nerazîbûna xwe li dijî siyaseta desthilata Şamê anîn ziman
Çalakvanên ji Siwêdayê nerazîbûna xwe li dijî siyaseta desthilata Şamê anîn ziman
Çalakvanên ji Siwêdayê nerazîbûna xwe li dijî siyaseta desthilata Şamê anîn ziman
1 sibat, 2025   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 28’ê Çileyê de Ebû Mihemed El Colanî xwe wek serokê desthilata Şamê ragihand. Ev yek bû sedema nerazîbûna xelkê û di nava civaka Sûriyeyê de der barê siberoja welat û şêwaza rêveberiya wê de tirsek çêkir. Li dijî vê biryarê welatiyên Sûriyeyê li gelek deveran nerazîbûn nîşan dan. Yek ji wan deveran jî bajarê Siwêdayê bû.

Di xwepêşandana duh a li meydana El Kerama ya Siwêdayê de, çalakvanên siyasî û çalakvanên civaka sivîl, rewşenbîr û jinan, nêrîna xwe der barê siberoja Sûriyeyê anîn ziman.

Çalakvanê siyasî, parêzer Merwan El Nefaa got: "Di salên borî de, em li dijî rejîma gendel û otorîter tê koşiyan, ji ber ku em dixwazin dewleteke sivîl ava bikin. Îro tevî hilweşandina rejîmê, destnîşankirina kesekî ji aliyê komên çekdar ve wek serok, ne rewa û ne hiqûqî ye, ji ber ku em daxwaza dewleteke sivîl dikin ku wekheviya maf û erkan pêk bîne.”

Çalakvan Rima Ezam got şoreşa Sûriyeyê berdewam e û nerazîbûna xwe der barê gotina `serketina şoreşê` de anî ziman. Her wiha got: "Em ê berdewam bin heta ku daxwazên gelê Sûriyeyê pêk bên.”

Çalakvana siyasî Lubna Şeta diyar kir ku xwepêşandanên wan nepejirandina "erkdarkirina serokê Sûriyeyê bi biryareke leşkerî" nîşan didin û da zanîn ku çareseriyên leşkerî dê siberojeke geş ji welat re misoger nekin. Şeta got divê dewleteke sivîl ku hemû sûriyeyiyan dihewîne, were avakirin.

Endezyar Hisên Hisên ji parêzgeha Tertûsê ye, got: "Beşdarbûna me ya îro ji bo piştgirîkirina prensîpa dewleteke sivîl a rast e ku rûmeta hemû gelê Sûriyeyê diparêze, em her cure cudabûn û biçûkxistina pêkhateyeke Sûriyeyê qebûl nakin.”

Selah El Qentar ku di sala 2011’an de ji artêşa rejîma berê veqetiya, diyar kir ku erkdarkirina Ebû Mihemed El Colanî ji aliyê komên leşkerî ve li dijî prensîbên demokratîk in ên ku sûriyeyî dixwazin li welat pêk bînin, ji ber ku ev şêweyê bikaranîna hêz û desthilatê hewldanên avakirina Sûriyeyeke nû têk dibe.

(k)