‘Kolberekî jiyana xwe ji dest da 2 jî birîndar bûn’

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di meha borî de kolberek jiyana xwe ji dest da û 2 kolber jî birîndar bûn.

‘Kolberekî jiyana xwe ji dest da 2 jî birîndar bûn’
1 sibat, 2025   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bîlançoya meha Çileyê ya mirin û birîndarbûna kolberên Kurd belav kir.

Hate diyarkirin ku di meha Çileyê de kolberek Kurd li sînorê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û 2 kolber jî li sînorê Serdeşt û Merîwan birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, kolberê Kurd ê bi navê Idrîs Nadirî li sînorê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ji serma jiyana xwe ji dest da.

Hate destnîşankirin ku kolberê bi navê Şahîn Resûl Pûr li sînorê Serdeşt di encama gulebarana raste rast a hêzên rejîma Îranê de birîndar bû, her wiha kolberê bi navê Mihemed Reîsî jî li sînorê navçeya Merîwan di encama êşkencekirin û lêdana ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve birîndar bû.

Hêjayî gotinêye ku di sala 2024’an de 51 kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişên hêzên rejîma Îranê û sedemên cuda cuda jiyana xwe ji dest dan.