Êrîşkarê benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kuştin

Yek ji çeteyan şaneya DAIŞ’ê ya ku êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiribû, di encama bersivdana hêzan de, hate kuştin.

Êrîşkarê benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kuştin
21 ÇILE, 2025   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyeke DAIŞ'ê êriş bendeke kontrolê ya li başûrê kantona Cizîrê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin sibeha duşemê (20'ê Çile) şaneyeke terorîst ku ji 5 kesan pêk tê bi guleyan êriş bendeke kontrolê ya li ser rêya di navbera bajarên Hesekê û Şedadê de kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama bersivandina hêzan a dijî êrişê de çeteyekî bi navê Raêd Fewaz El Elî birîndar bûye, hate girtin û li nexweşxaneyê dihate dermankirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyê birîndar jiyana xwe ji dest daye.

(şx/fr)

ANHA