‘Komeke din a koçberan dê 8'ê mehê vegere Efrînê’

Çavkaniyên ji Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê aşkera kir ku komeke din a koçberan dê 8'ê vê mehê vegere Efrînê.

‘Komeke din a koçberan dê 8'ê mehê vegere Efrînê’
5 nîsan, 2026   14:38
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê ya li bajarê Qamişloyê dane ajansa me, amadekariyên vegera koma 3'yemîn a koçberên ji Efrînê tên kirin.

Çavkaniyan aşkera kir ku koma 3'yemîn a koçberan ji nêzî 200 malbatan pêk tê û dê roja çarşemê (8 Nîsan 2026) ber bi Efrînê ve bikeve rê.

Duh koma duyemîn a koçberan ku ji 200 malbatan pêk dihat, ji saetên sibehê ve ji herêma Cizîrê bi rê ketibû û di saetên êvarê de gihaştibû Efrînê. Koma yekemîn jî ku ji 400 malbatan pêk dihat, di 9'ê Adara îsal de vegeriyabû Efrînê.

(bb)

ANHA