Malbatan li Îmraliyê hevdîtin pêk anî

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku malbata Rêber Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabet, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn.

Malbatan li Îmraliyê hevdîtin pêk anî
9 cotmeh, 2026   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê hevdîtina malbatan a li Girtîgeha girava Îmraliyê de daxuyanî da.

Buroya Hiqûqê ragihand ku îro malbata Rêber Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabet, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan li girava Îmraliyê hevdîtin pêk anîne.

Buroya Hiqûqê da zanîn ku ji malbata Rêber Abdullah Ocalan; Havva Elçîn, Omer Ocalan û Haci Aydin Ocalan di hevdîtinê de cih girtine.