Li Hesekê 3 kes birîndar bûn

Li nêzî çerxerêya Sînaayê ya bajarê Hesekê 3 welatî di encama gulebaranê de birîndar bûn.

Li Hesekê 3 kes birîndar bûn
9 cotmeh, 2026   16:54
HESEKÊ

Nûçegihana me ji bajarê Hesekê ragihand ku 3 welatî di êrişa çekdaran de birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihane me dane,  her sê welatî dema ku bi erebeyê di çerxerêya Sînaayê re derbas dibûn hatin gulebarankirin û birîndarkirin.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Reca.

Li bajarê Hesekê milkên giştî û taybet hatin xirabkirin û destdirêjî li sembolên kurdî hat kirin, her wiha xwepêşandan ji taxa Xiwêran dest pê kir.

 (bb)

ANHA