Malbata şehîd Orhan: Rayedarên Tirk bi balkişandina ser Xezayê sûcên xwe vedişêrin

Malbata şehîd Orhan Miho ya ji Kobanê destnîşan kir ku rayedarên Tirk bi balkişandina ser Xezayê di daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê de, hewl didin ku sûcên xwe yên li herêmê veşêrin.

Malbata şehîd Orhan: Rayedarên Tirk bi balkişandina ser Xezayê sûcên xwe vedişêrin
15 mijdar, 2023   03:39
KOBANÊ

Malbata şehîd Orhan Miho yê ku di 8'ê Cotmeha borî de tevî 28 hevrêyên xwe yên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê şehîd bûye, destnîşan kir ku berpirsên dewleta Tirk a dagirker li aliyekî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcan pêk tînin û li aliyekî din êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê şermezar dikin ku ev jî kiryarekî derqanûnî û derexlaqî ye.

Bavê şehîd Orhan, Ebdulqadir Miho ji ajansa me re got: "Binesaziya herêmê,  stasyonên kehrebe û avê û petrolê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi temamî hatine rûxandin, li hember wê jî ew hedefgirtina binesaziya Xezayê ji aliyê Îsraîlê ve şermezar dike. Ev durûtiyeke mezin e, berpirsên Tirk hewl didin bi wan daxuyaniyên xwe sûcên xwe yên li herêmên me veşêrin."

Miho wiha zêde kir: "Em îro bi dehan şehîd ji bo parastina herêmê didin û kurê min Orhan ji karê xwe re dilsoz bû û bi xwe re dirust bû. Lê belê bi destê xedirê ew û 28 hevrêyên xwe yên ku şerê ajanên dewleta Tirk a dagirker ên ku jehrê di nav civakê de belav dikin, hate şehîdxistin."

Miho wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me şerekî mezin dide meşandin û armanca wê têkbirina projeya me ya demokratîk û dagirkirina herêmê ye. Ew dixwaze wek ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiriye herêmên me jî vala bike da ku li ber çavê cîhanê dagir bike. Bêdengiya cîhanê îradeya me têk nabe û em ê heta pêkanîna armancên xwe vê rêyê bidomînin."

Miho destnîşan kir ku wî ji destpêka Şoreşa Rojava de tevî kurên xwe tev li têkoşîna şoreşgerî bû û xwedî li erka xwe derketiye û got: "Min zarokên xwe li ser ruhê welatparêziyê mezin kirin, ta ku 2 ji şehîd bûn. Ez bi wan serbilind im ji ber ku wan ji bo welatekî azad canê xwe feda kir. Yê ku welatekî bixwaze dê bikeve rêya şehadetê ji ber ku em hîn di nîva rêyê de ne."

Dayika şehîd Orhan, Şemse Miho wiha axivî: "Min ji biçûkiya wan de zarokên xwe fêrî hezkirina welêt û parastina wî kirin ji ber ku koka me li vir e û em tu carî ji vir dernakevin. Heta ku fedakarên wek şehîd Orhan û hevrêyên wî hene dewleta Tirk a dagirker nikare armancên xwe pêk bîne."

Şemse wiha domand: "Li her derekî cîhanê dema ku şer dibe û tê êrişkirin hemû cîhan destekê dide wê deverê, çima kes piştgiriyê nade me û sûcên dewleta Tirk a dagirker ranewestîne?"

Şehîd Orhan Hisên Miho sala 1994'an li Minbicê ji dayik bûye û di nav malbeteke welatparêz de mezin bûye, 3 birayên wî hene, yek ji wan Ebdullah Miho ku di 2021'an de di nav Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê de dema erka xwe pêk dianî, şehîd bû, her wiha 6 xwişkên wî hene ku yek ji wan ji 8 salan ve tev li Hêzên Parastina Gel (HPG) bûye.

Birayek û 2 xwişkên Orhan di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Firatê de ne, yek ji wan hevjîna şehîdekî ye. Ji bo ku rêya azadiyê bidomîne, şehîd Orhan di 2019'an de tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye û piştî ku di destpêka 2023'yan de perwerdeyeke 6 mehan diqedîne, derbasî Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê dibe.

(mh/şx)

ANHA