Endamekî Rêxistina Efûyê: Azadiya Rêber Ocalan dê aştiyê li herêmê pêk bîne

Hiqûqnasê Misrî û endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê çalakiyên cîhanî yên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de li dar dikevin wiha got: “Ji seranserî cîhanê gelek kesayet û alî tev li pêngavê bûne. Ev jî bandora mezin û çalak a pêngavê xuya kir. Teqez bi serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan, dê aştî li Rojhilata Navîn pêk were.”

Endamekî Rêxistina Efûyê: Azadiya Rêber Ocalan dê aştiyê li herêmê pêk bîne
15 mijdar, 2023   02:38
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

 Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li zêdetirî 100 bajarên li seranserî cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” destpê kir.

Li hember tecrîda dewleta Tirk dagirker a li ser Rêber Abdullah Ocalan ji 25’ê Adara 2021’an de û qedexekirina hevdîtina parêzerên wî pê re, tevgera saziyan ên li dehan dewletên cîhanî, herêmî û erebî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde bû.

Têkildarî vê mijarê, serokê berê yê dadgeha Misrê û serokê Meclisa Rêveberiyê ya Mala Edaletê ya Parêzeriyê ya Navneteweyî û endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Elaa Selame got: “Pêngava cîhanî ya ji bi Rêber Ocalan bandoreke mezin di aliyê siyasî de çê kir, nîşana vê yekê jî ew e ku gelek navendên li seranserî cîhanê tev lê bûn. Ev jî yek ji rêbazên zextkirinê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Ocalan e.”

Têkildarî bandora van çalakiyan, Selame wiha domand: “Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve girêdayî ye û ev pêngav dê bi encamên baş encamdar be.”

Selame piştrast kir ku ev pêngav dê zexteke mezintir li dewletên berpirs bike û di encamê de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were ku ew yek jî dê aştiya Rojhilata Navîn pêk bîne.

(mh)

ANHA