Dewleta Tirk amadekariya şandina çeteyan bo Nigeria dike

Di çarçoveya destwerdana dewleta Tirk a dagirker li kar û barên dewletan de dagirkeriya Tirk çeteyên xwe amade dike ku bişîne Nigeria, da ku berjewendiyên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

Dewleta Tirk amadekariya şandina çeteyan bo Nigeria dike
2 nîsan, 2024   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyeyê destnîşan kir ku çeteyên "Sultan Silêman Şah (Emşat)" lîsteyek bi 800 navên çeteyan amade kiriye da ku wan bişînin Tirkiyeyê. Ew çete dê li Tirkiyeyê bên perwerdekirin û ji bo Nigeriayê wek çeteyên Tirkiyeyê bên şandin.

Rêxistinê diyar kir ku çete li navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî hatine amadekirin.

Berê jî rêxistinê ragihandibû ku 250-300 çeteyên Emşat ji bo şandinê xwe amade kirine.

Çavkaniyekê ji rêxistinê re dabû zanîn ku mûçeya çeteyê ku biçe Nigeria hezar dolar e. Çavkanî diyar kir ku hin çete ditirsin senaryoya Lîbya û Azerbaycanê ku serçeteyên wan mûçeyên wan dizîn, dubare bibe.

Raporan diyar kir ku serçeteyên dewleta Tirk a dagirker û efserên wê mûçeyên çeteyan li Lîbya û Azerbaycanê dizîn.

(mh)