Li Çilaxayê tîmên agirkujiyê hewl didin şewata çopgehê kontrol bikin

Tîmên agirkujiyê û alavên Şaredariya Gel a Çilaxayê hewl didin agirê bi cihê çopê ketiye vemirînin, zeviyên çandiniyê ji xeteriyê xelas bikin.

Li Çilaxayê tîmên agirkujiyê hewl didin şewata çopgehê kontrol bikin
3 hezîran, 2026   16:20
QAMIŞLO

Piştî agahiya li ser şewatekê li çopgehê yê li rojhilatê bajarê Çilaxayê li nêzî zeviyên çandiniyê hat wergirtin, tîmên agirkujiyê û alavên şaredariyê lez da cihê bûyerê.

Tîman bi lez bersiv da ku agir negihîje zeviyên genim û çandiniyên li erdên derdorê, nexasim jî îro hewa xurt e. Tîm hewl didin şewatê kontrol bikin û vemirînin da ku bi zeviyên çandiniyê nekeve.

Li gorî tîmên agirkujiyê, hişyarî ji bo kesên agir li cihê çopê xistiye hat kirin, navên wan ji Rêveberiya Şaredariyê re hat rakirin ku tedbîrên guncaw der heqê wan de bigirin. Aliyên eleqedar diyar kir ku ger di demên pêş de mîna van kiryaran hat kirin dê kesên wiha dikin berpirsiyariya yasayî rakin.

(fr)

ANHA