Bi hezaran kesî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Bi pêşengiya malbatên şehîdan li Qamişloyê bi daxwaza “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşvanan piştgiriya xwe ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” nîşan da.

7 nîsan, 2025   14:33
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan li ser asta kantona Cizîrê bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” meşek organîze kir.

Meş bi amadebûna bi hezaran şêniyên bajarên kantona Cizîrê, gaziyên şer, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê ji Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê dest pê kir.

Meşevanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirin û sloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Meşvan xwe gihand ber Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û li wê deverê meşa xwe veguherand mîtîngê. Li wir piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mehûm Hesen axivî û piştgiriya xwe ji “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan re nîşan da. Hesen diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo civakeke birêxistinkirî temenê xwe daye gelan, ew ê her li hember keda Rêber Abdullah Ocalan deyndar bin û got: “Dewleta faşîst dixwaze bi rengê xapandinê nêzî vê pêvajoyê bibe, wê demê tişta em dibînin û dibêjin ew e ku komplo berdewam dike. Hetanî ku deriyê Îmraliyê girtî bin bi nêrîna me komplo dewam dike, lewma divê ew derî bê vekirin.”

Mehsûm Hesen da zanîn ku cara yekemîn e ku li Rojhilata Navîn rêya aştiyê tê diyarkirin, ev rê jî ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye danîn û wiha got: “Rêber Apo dixwaze bi vê bangê rê li ber şer, talankirinê û penaberiyê bigire. Divê malbatên şehîdan û gelên li herêmê piştgirên vê pêvajoyê bin.”

Mehsûm Hesen bang li CPT û aliyên navneteweyî yên peywendîdar kir ku ji bo bidawîkirina neavêtina gavan li hember banga Rêber Abdullah Ocalan destwerdanekê bikin.

Piştre mîtîng bi berzkirina sloganên “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.

(sb)

ANHA