Lubnanê biryar da ku çekên li Beyrûtê di destê dewletê de bin

Hikumeta Lubnanê biryar da ku çekên li Beyrûtê di destê dewletê de bin û piştî êrişên hewayî yên Îsraîlê yên dawî li ser Beyûrtê, ​​artêşê erkdar kir ku kontrola dewletê xurt bike.

Lubnanê biryar da ku çekên li Beyrûtê di destê dewletê de bin
9 nîsan, 2026   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Kabîneya Lubnanê îro, biryar da ku çek bi hêzên ewlehiyê yên rewa yên li Beyrûtê ve sînordar bike, û artêş û dezgehên ewlehiyê araste kir ku kontrola dewletê li ser paytextê xurt bikin.

Ev biryar piştî êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Beyrût û deverên din hat dayîn. Serokwezîr Newaf Selam di dawiya civîna Kabîneyê ya bi serokatiya Serok Cozêf Ewn de diyar kir ku "ev gav bi aramanca parastina welatiyan e, ewlehî û aramî were misogerkirin."

(fr)