Kalemêreke Kurd li Reqayê hat kuştin

Li Reqayê kalemêrekî Kurd ê bi navê Ehmed Simo di encama gulebareneke raste rast li kolanê hat kuştin.

Kalemêreke Kurd li Reqayê hat kuştin
1 tebax, 2026   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (31 Tîrmehê) li bajarê Reqayê kalemêrekî Kurd ê bi navê Ehmed Simo ji hêla çekdarên nenas ve rastî gulebaraneke bi awayeke raste rast hat.

Nûçegihanê me diyar kir ku li gorî şahidekî bûyerê û çavkaniyên ji malbat wî kalemêrî, Ehmed Simo tevî hevjîna xwe li kolana giştî ya li taxa El Diriyê ya li rojavayî bajarê Reqayê hat kuştin.

Li gorî agahiyan 2 çekdarên nenas li ser motorîskiltekî rastî Ehmed Simo derketin, yek ji wan bi awayeke rast rast gule berda serê wî û ew yekser hat kuştin, paşê her du çekdar reviyan.

Çavkaniyan diyar kir ku ev bûyer bi awayeke jinifşka ve bêyî derketina pevçûnan derkete holê, hejmarek şênî berê xwe dane cihê bûyerê, ji bo rêkarên qanûnî cenazeyê Ehmed Simo veguhestin navendên tibî.

Heta niha sedemên bûyerê û nasnameya çekdaran nayê naskirin, aliyên pispor lêkolînan didomînin.

(sb)

ANHA