Amadekariyên pevguhertina koma çaremîn a dîlgirtiyan dest pê kir

Amadekarî ji bo qonaxeke nû ya pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de dest pê kir.

Amadekariyên pevguhertina koma çaremîn a dîlgirtiyan dest pê kir
13 nîsan, 2026   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo koma çaremîn a pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de amadekariyan dest pê kir. Li gorî çavkaniyan, di koma çaremîn de nêzî 200 kes hene.

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re ragihand ku dê qonaxa çaremîn a pevguhertina dîlgirtiyan di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, hefteya bê were pêkanîn.

Qonaxa yekem a serbestberdana dîlgirtiyan di 10`ê Adara 2026`an de pêk hat ku 100 kesên ku ji aliyê hikumeta demkîya Sûriyeyê ve dihatin girtin li beramber 100 kesên ku ji aliyê QSD`ê ve dihatin girtin, hatin berdan.

Qonaxa duyem ku di 19`ê Adara 2026`an de hate pêkanîn, 300 kesên ku ji aliyê hikumeta demkîya Sûriyeyê ve dihatin girtin li beramber 300 kesên ku ji aliyê QSD`ê ve dihatin girtin, serbest hatin berdan.

Di qonaxa sêyem de jî ku di 11`ê Nîsana 2026`an de pêk hat, 400 kesên din ên ku ji aliyê hikumeta demkî ve dihatin girtin li beramber 91 kesên ku ji aliyê QSD`ê ve dihatin girtin, hatin berdan.