Li Yemenê berpirsekî El Qaîdeyê hat kuştin

Li Yemenê berpirsekî rêxistina El Qaîde di êrişa li dijî baregeha rêxistinê de hat kuştin.

Li Yemenê berpirsekî El Qaîdeyê hat kuştin
15 sibat, 2025   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Şebwa ya li başûrê rojhilatê Yemenê bi balafireke bêmirov êrişî baregeheke El Qaîdeyê hat kirin. Di encama êrişî de berpirsekî rêxistinê hat kuştin.

Çavkaniyekî ji ajansa RIA Novosti re ragihand ku berpirsê El Qaîdeyê yê bi navê Ebû Mihemed El Hudlî El Mekî di êrişeke asmanî ya bi balafireke bêmirov de hatiye kuştin.

Heman çavkanî diyar kir ku êrişa tê texmînkirin bi balafireke DYA’yê be, li dijî baregeha El Qaîdeyê ya li herêma El Misêna ya navçeya El Seyîd a li ser sînorê Abînnê hat kirin.

Li gorî heman çavkanî, kesê hatiye kuştin bi eslê xwe siûdî ye û wek "emîrê eyaleta Lehcê" ya rêxistina El Qaîdeyê hatiye destnîşankirin. Çavkanî destnîşan kir ew kes “berpirsekî herî xeternak ê El Qaîdeyê” ye.

Beriya çend rojan endamê El Qaîdeyê yê bi navê Ebû Yûsif El Mihemedî li herêma Semda ya Yemenê di encama teqandina motorsîklêteke bombekirî de hatibû kuştin.

(bb)