Li Qamişloyê panela “berxwedana siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê”

Hejmarek rewşenbîr û nivîskarên ji bajarê Qamişloyê di panela “berxwedana siyasî ya li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê” de rewşa berxwedana siyasî û asoyên wê, zehmetî, astengiyê rûbirûyî pêkhateyên Sûriyeyê nîqaş kirin.

Li Qamişloyê panela “berxwedana siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê”
Li Qamişloyê panela “berxwedana siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê”
Li Qamişloyê panela “berxwedana siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê”
Li Qamişloyê panela “berxwedana siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê”
Li Qamişloyê panela “berxwedana siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê”
Li Qamişloyê panela “berxwedana siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê”
Li Qamişloyê panela “berxwedana siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê”
Li Qamişloyê panela “berxwedana siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê”
26 cotmeh, 2026   22:52
QAMIŞLO

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) a Qamişloyê panelek bi sernavê “Berxwedana siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê” bi amadebûna hejmarek rewşenbîr û nivîskaran organîze kir.

Panel ji 2 mijarên sereke pêk hat. Ya yekê bi sernavê “berxwedana siyasî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baas’ê” û ya duyemîn “Zehmetiyên berxwedana siyasî û asoyên damezrandina dewleta demokratîk a Sûriyeyê” bû.

Di mijara yekemîn de rêveberê NRLS’ê Raman Raşwanî li ser hêzên li Sûriyeyê heyî, xwezaya rola wan di qonaxa heyî de, rola netewe û pêkhateyên Sûriyeyê di damezrandina Sûriyeya nû de, rêbazên miosgeriya mafên wan ligel guhertinên siyasî yên li welat piştî hilweşîna rejîma Baas’ê axivî

Raşwanî destnîşan kir ku hejmarek xala hene ku berxwedana siyasî xurt dikin, weke xwepêşandanên gel û bal kişand ser daxwazên rewa yên gelê Kurd û Durziyan, rola ragihandinê û medyayên dîjîtal di bandorkirina biryarên ji dewletê derdikevin û bandorê li jiyana civakê dikin.

Raşwanî behsa girîngiya diyalogê kir ku yek ji rêbazên bingehîn ên danûstandina bi hikumetê re û bidestxistina mafêna e.

Di mijara duyemîn de endamê Desteya Rêveber a NRLS’ê Kurdiyar Dirêî li ser zehmetiyên rûbirûyî berxwedana siyasî û asoyên damezrandina dewleta demokratîk a Sûriyeyê axivî û diyar kir ku hilweşîna rejîma Baasê’ nayê wê wateyê ku gelê Sûriyeyê mafên xwe bi dest xistine û qonaxa nû ber bi damezrandina dîktatoriya nû ve ye yan jî derfetê li pêş pêkanîna azadî, edalet û demokrasiyê ji gel re vedike.

Dirêî îşaret bi hebûna hejmarek astengiyên siyasî, civakî û leşkerî kir ku nahêlin dewletek demokratîk were avakirin, weke biryardayîna navendî ya ji Şamê de û ferzkirina biryaran li ser pêkhateyên dîtir.

Dirêî behsa rola komên leşkerî û bandorkirina wan li ser rewşa pêkhateyênm Sûriyeyê kir, nexasim li ser Kurd, Elewî û Durziyan û da zanîn ku nebûna garantiyên ewlehî û parastina mafên van pêkhateyan yek ji astengiyên rûbirûyî damezrandina Sûriyeya demokratîk e.

Di heman demê de Dirêî bal kişand ser xizanî û hilweşîna rewşa jiyanî ku dihêle civak ji xebata siyasî bi dûr bikeve û bi dabînkirina debarê re mijûl bibe.

Dirêî xîtaba ragihandina fermî ya ku pêkhateyan bi cudaxwaziyê tawanbar dikin rexne kir û got ev xîtab parçebûnê di nava civaka Sûriyeyê de zêde dike.

Der barê pirbûna partiyan de jî Dirêî got pirbûna partiyan nexasim partiyên Kurdî roleke neyînî di zêdebûna parçebûnê de lîst, her wiha behsa rola eşîran û gefên wan li dijî xelkê herêmê kir.

Di dewama axaftina xwe de Dirêî der barê nenavendî û edaleta pêvajoya veguhêz de got çareserî di xwespartina li pergala nenavendî ye ku beşdariya tevahî pêkhateyan di birêvebirina dewletê de misoger dike û got pergala nenavendî parastina yekitiya welat dike, beşdariya siyasî ya tevahî pêkhate û ferdên civakî xurt dike.

Têkildarî edaleta pêvajoya veguhêz jî got pêwîstî bi pêkanîan edaleta pêvajoya veguhêz dûrî cudabûnê heye da ku berpirsiyarên binpêkirin û sûcan werin cezakirin û edaleta tevahî qurbaniyan bêyî cudahî pêk were.

Panel bi nîqaşên li ser mijarên hatine nîqaşkirin bi dawî bû.

(f)