5 şehîd bi merasîmeke biheybet hatin oxirkirin

Li Kobanê di merasîma oxirkirina 5 cangoriyên azadiyê de, peyamên xwedîderketina li şehîdan hatin dayîn.

4 ÇILE, 2025   15:03
KOBANÊ

Şervanên Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Berfîn Çem (Arjîn Elî) ku 1`ê Kanûna 2024`an û Ahîn Dilgeş (Şehanz Hemo) ku 3`yê Kanûna 2024`an li Şehbayê Şehîd bûbûn, şervanên Hêzên Komandos Fîras Kobanê (Mihemed Elî Mihî) û Heqî (Mehmûd Ebdo) ku 1`ê Kanûna 2024`an li Til Rifet şehîd bûbûn, Dilovan Girik (Ferhad Ebdo) ku 1`ê Kanûna 2024`an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatin oxirkirin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Leşkerî ya Kobanê Rûken Temo sersaxî ji malbatên her pênc cangoriyên azadiyê re xwest.

Rûken Temo bal kişand ser berxwedana şervanan a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû cureyên çekên giran êrişî herêmên me dikin. Şervanên me li hember êrişan, dîrokê bi çek û berxwedana xwe dinîvîsin û planên dagirkeriyê bi bin dixin. Wê tu carî dewleta Tirk a dagiker li hember hêza QSD`ê û YPJ`ê bi ser nekeve, ji ber ku şervanan hêza xwe ji şehîd û dayik û bavên şehîdan girtiye."

Endamê Meclisa PYDˈê ya Kantona Firatê Bekir Hec Îsa hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku ew hêza xwe ji şehîdan digirin û wiha axaftina xwe dom kir: “Divê em xwedî li mîrasa şehîdan derkevin, ji ber ku em bi saya şehîdan bûn xwedî hêz û vîna herî xurt."

Hec Îsa wiha pê de çû: “Dema em behsa şehîdan dikin ziman lal dibe, ji ber ku şehîd ên herî giranbuha di jiyana me de ne. Şehîdan ciwaniya temenê xwe fedayî me gelê xwe û welatê xwe kiriye, lewma divê em xwedî li şopa şehîdan derkevin.”

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeya şehîdan bi nîşanên serkeftinê û bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

(sş/bb)

ANHA