Li Xezayê 6 filistînî hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 6 filistînî hatin kuştin.

Li Xezayê 6 filistînî hatin kuştin
11 tîrmeh, 2025   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Parastina Sivîl a Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser bakurê Xezayê de 6 filistînî hatin kuştin. Ji wan 5 di êrişa li ser dibistana koçber lê dimînin de, hatin kuştin.

Di daxuyaniya dezgehê de hat gotin: "Di êrişa li ser Dibistana Helîma Seidiya ya li Cibalya Nezlê ya li bakurê Xezayê de ku koçber lê dimînin, 5 kes bûn qurbanî.”

Li gorî daxuyaniyê, di êrişa li ser bajarê Xezayê de jî kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Nexweşxaneya El Ewda ya li kampa Nisêrat jî ragihand wê hin birîndarên gulebarana li ser sivîlên li nêzî nuqteya belavkirina alîkariyan pêşwazî kirine.

(bb)