NY: 625 hezar dolar ji bo mexdûrên şewatên li Laziqiyê hatiye veqetandin

Neteweyên Yekbûyî 625 hezar dolar ji sendoqa mirovî ya Sûriyeyê ji bo mexdûrên şewatên li Laziqiyê de veqetand.

NY: 625 hezar dolar ji bo mexdûrên şewatên li Laziqiyê hatiye veqetandin
11 tîrmeh, 2025   15:07
NAVNDA NÛÇEYAN

Kordînatorê Kar û Barên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Adem Ebdulmewla, duh (10 Tîrmeh 2025) ragihand ku 625 hezar dolar ji bo piştgiriya mexdûrên şewata daristanan li gundewarên Laziqiyê hatiye veqetandin.

Ebdulmewla got: "Li gel vê aloziya awarte tevgereke lezgîn û piştevanî divê bi gelê Sûriyeyê re were nîşandan. Ji bo destekkirina hevkarên me di bicihanîna hewcedariyên mexdûran de, divê hewldan dewam bikin."

Şewatên li daristanên Laziqiyê dewam dikin û ji herêmên Rêveberiya Xweser, Neteweyên Yekbûyî, welatên wekî Tirkiye, Lubnan û Urdinê jî piştevaniya vemirandina agir dewam dike.

(bb)