Li Tûnisê hilbijartinên serokkomariyê dest pê kirin

Welatiyên Tûnisê ji bo hilbijartina serokkomar ê welat diçin ser sendoqan.

Li Tûnisê hilbijartinên serokkomariyê dest pê kirin
6 cotmeh, 2024   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tûnisê hilbijartinên serokkomariyê dest pê kirin. Saet 07.00’an li gorî dema GMT’ê  navendên dengdanê ji bo pêşwazîkirina nêzî 10 mîlyon hilbijêran hatin vekirin.

Serokkomarê heyî Qeys Seyîd ku erka wî bi dawî bûye jî di nav de, parlamenterên berê Zuhêr El Mexzawî û parlamenterê berê û karsaz El Eyaşî Zemal jî di pêşbirka hilbijartinê de ne.

Serokê Tevgera Tûnisê ya ji bo Destpakî û Demokasiya Hilbijartinan Besam Mueter  got, ji ber pirsgirêkên di dema hemleya hilbijartinan de derketin, rêjeya beşdarbûnê bi astengiyan re rû bi rû ye. Her wiha diyar kir ku hin partiyên muxalif hilbijartin boykut kirine.

(bb)