Îsraîlê bi dijwarî başûrê Beyrûtê bombebaran kir

Balafirên Îsraîlê duh bi şev taxên başûrê Beyrûtê bi dijwarî bombebaran kirin.

Îsraîlê bi dijwarî başûrê Beyrûtê bombebaran kir
6 cotmeh, 2024   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a National a Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê duh derengî şevê 25 êrişên hewayî li başûrê Beyrûtê pêk anîn.

Li gorî NNA’ê cihên hatine bombebarankirin ev in,  El Xebîrî, Mirîha, rêya balafirgeha kevn, Lîlekî, dora Şiwîfat, Emrûsiye, herêma di navbera Sifêr û taxa Madî, Riwês û Bir El Beracne de. Hate ragihandin ku taxa Amerîkan,  stasyona sotemeniyê û depoya pêwîstiyên tibî yên li ser rêya balafirehê, devera Keferkêla, derdora Burc El Milûk û Xeyam ên navçeya Merceîyon, bajarokên Cibşît, derdora bajarokên Zefta û Mifîdûn ên navçeya Nebetiyê jî bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Hemwextî êrişa hewayî, balafirên keşfê yên Îsraîlê û dron li asîmanê Beyrûtê û başûrê wê digerîn.

Dezgehên çapemeniyê êrişa duh bi şev wekî "yên herî dijwar ji destpêka şerê li dijî Lubnanê ve" wesifandin.

Berdekvakê artêşa Îsraîlê Adera hişyarî da niştecihên li taxên başûr ku herêmê vala bikin û got, dê di demekê nêzîk de êrişê bike.

(şx)