Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin

Siyasetmerê kurd ê girtî Reza Resaî yê bi hinceta beşdarî çalakiyên protestokirina Jîna Emînî bûye û di kanûna 2023’yan de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, hat bidarvekirin.

Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin
6 tebax 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îranê siyasetmedarê kurd Reza Resaî yê 35 salî bi hinceta beşdarî çalakiyên “Jin jiyan azadî” yên piştî qetilkirina Jîna Emînî destpêkirin bûbûi hatibû girtin û di meha kanûna 2023’yan de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. 

Îro serê sibehê zû Resaî li Girtîgeha Navendî ya Kirmanşahê hatiye bidarvekirin û der barê darvekirinê de jî agahî nedane malbatê. Hat zanîn ku piştî darvekirinê agahî dane malbatê û hişyarî li malbatê hatiye kirin cenaze nebin li bajarê Sahnehê veneşêrin.

Resaî ji bajarê Kirmanşahê ya Rojhilatê Kurdstanê ye di 24’ê mijdara 2022’yan de hatiye girtin. Di 31’ê kanûna 2023’yan de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Cezayê Resaî du hefte berê ji aliyê Dadgeha Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû erêkirin.