Li Til Temirê zarokek hat qetilkirin

Li gundê Deşîşa yê Til Temirê zarokekî 17 salî di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da. Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

Li Til Temirê zarokek hat qetilkirin
27 gulan, 2025   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku K.H. yê 17 salî ku di encama gulebaranê de ji serê xwe birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye.

Hate diyarkirin ku bûyer duh li gundê Deşîşa yê bajarê Til Temirê qewimî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê û lêkolîn daye destpêkirin.

(bb)