Êrişên li ser Xezayê didomin

Êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê dewam dikin. Di êrişan de roj bi roj hejmara kuştî û birîndar zêde dibe.

Êrişên li ser Xezayê didomin
27 gulan, 2025   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya xwecih, di êrişên hêzên Îsraîlê yên şeva borî yên li ser bakurê Xezayê de hejmarek kes hatine kuştin û hin birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku di êrişa hêzên Îsraîlê ya li taxa Zeytûn a li başûrê rojhilatê Xezayê ya li dijî malekê de, kesek hat kuştin û hin kes birîndar bûn.

Heman ajansê diyar kir ku di êrişa li ser bajarokê Beyt Lahiya ya bakurê Xezayê de kesek hat kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Li gorî WAFA’yê, kesekî ku di bombebarana duh a li taxa Emel a rojavayê bajarê Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Ajansê her wiha diyar kir ku şêniyê bi navê Silêman Wecîh Qişta jî ku berî çend rojan li Xan Yûnisê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye.

Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê bi balafirên şer û obîsan êrişî herêmên rojhilatê Xezayê kir.

 Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) ragihand ku ji ber bombebarana berdewam a li Xezayê, ji 22 navendên tenduristiyê yên ajansê 6 tenê di hundir û derveyî wargehan de dixebitin. Ajansê destnîşan kir ku pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn pir kêm in û pêdiviya lezgîn bi gihandina alîkariyan heye.

(bb)