Li Girê Spî çeteyan 6 kes birîndar kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî ji eşîra El Neîm 6 kes birîndar kirin.

Li Girê Spî çeteyan 6 kes birîndar kirin
27 gulan, 2025   13:20
EYN ÎSA

Çavkaniyan ji bajarokê Silûkê yê Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku çeteyên koma "Siqûr El Sunna" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, êrişî eşîra El Neîm a Ereb kir. Çavkaniyan da zanîn ku di êrişê de ji eşîra navborî 6 ciwan birîndar bûne û rakirin nexweşxaneya bajar.

Ji ciwanên birîndar bûne; Qusey El Delo, Mahir Ebûd, Udey El Ebo, Xalid Ebûd û Xelîl El Eswed hatin naskirn.

Sedama êrişa çeteyan a li ser ciwanan nehat zanîn.

(bb)

ANHA