Li Til Temirê Mala Jinan pêşxistina xebatên xwe nîqaş kir

Mala Jinan a Til Temirê ji bo nîqaşkirina mekanîzmaya pêşxistina xebatên xwe û rola jinan di nava civakê de, civînek li dar xist.

Li Til Temirê Mala Jinan pêşxistina xebatên xwe nîqaş kir
Li Til Temirê Mala Jinan pêşxistina xebatên xwe nîqaş kir
Li Til Temirê Mala Jinan pêşxistina xebatên xwe nîqaş kir
Li Til Temirê Mala Jinan pêşxistina xebatên xwe nîqaş kir
Li Til Temirê Mala Jinan pêşxistina xebatên xwe nîqaş kir
Li Til Temirê Mala Jinan pêşxistina xebatên xwe nîqaş kir
Li Til Temirê Mala Jinan pêşxistina xebatên xwe nîqaş kir
1 tebax, 2026   12:53
HESEKÊ

Mala Jinan a Til Temirê ji bo nîqaşkirina mekanîzmeya pêşxistina kar û xebatên xwe, bi amadebûna endaman û nûnerên rêxistinên sivîl, civînek li Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xist.

Di civînê de endama Mala Jinan a Hesekê Raperîn Nûrheq axivî û behsa rola jinan di çareserkirina dozên civakî û malbatê, girîniya pêşxistina hişmendiya civakî ya ji bo parastina malbatê kir.

Raperîn Nûrheq diyar kir ku Mala Jinan ji bo dîtina çareseriyên civakî yên li ser diyalogê xebatê dide meşandin.

Raperîn Nûrheq da zanîn ku jin bingeha sereke ya malbatê ne û derketina li hemberî wê bandoreke neyînî li civakê dike, divê rola malbatê di perwerde û derketina li dijî diyardeyên neyînî de bê pêşxistin, divê rê li ber belavbûna madeyên hişbir bê girtin.

Raperînê destnîşan kir divê xebatên saziyên civakî yên bi malbatan re ji bo çareserkirina pirsgirêkan bên temamkirin.

Piştî axaftina Raperîn Nûrheqê, di civînê de hat diyarkirin ku ji bo parastina malbatan û pêşxistina îstiqrara civakî li bajarê Til Temirê, dê xebatên Mala Jinan bên zêdekirin.

(sb)

ANHA